PWKê êrîşa nijadperest a li ser karkerên Kurd şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro Duşemê, 24ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşa nijadperest a li Zonguldakê, ku li dijî karkerên Kurd hatibû kirin, bi tundî şermezar kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku zêdetirî 70 karkerên demsalî û malbatên wan ên ji navçeyên Cizîr û Silopiyayê berê xwe dabûn gundê Bektaşliyê yê girêdayî navçeya Alapliyê, ji bo berhevkirina findiqan, rastî vî êrîşî hatine.

PWKê ev bûyer wekî encama siyaseta şovenîst a li dijî Kurdan û binpêkirina mafên mirovahiyê bi nav kir, her wiha daxwaz ji baroyên Kurdistanê û aliyên peywendîdar jî kir ku rêkarên qanûnî bidin destpêkirin û bikerên wê êrîşê bi giranî bên cezakirin.

Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKê

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em êrîşa nijadperest a li Zonguldakê li karkerên kurd hatîye kirin şermezar dikin

Zêdetirî 70 karkerên demsalî û malbatên wan, ku ji navçeyên Cizîr û Silopîya yên Şirnexê ji bo di berhevkirina findiqan de kar bikin çûbûn gundê Bektaşlı yê ser bi navçeya Alaplı ya bajarê Zonguldakê, rastî êrîşê hatin. Di dema êrîşê de dîmenên zarokên di kasa kamyonetê de ku di nav panîkê de digirîyan, di raya giştî de cîh girtin.

Ev êrîş êrîşeke nijadperest e, li dijî mirovahiyê ye û encama sîyaseta ku li dijî kurdan tê meşandin e; encama perwerde, manîpulasyon û zexta civakî ya şovenîst ya piralî ye ku bi dehan salan e ku di hişmendîya civaka tirk de tê hûnandin.

Divê ev êrîş neyê paşguhkirin.

Divê baroyên li Kurdistanê di vê mijarê de însiyatîfên hiqûqî yên pêwîst bidin destpêkirin, dezgehên ewlekariyê divê faîlên van êrîşan tespit bikin û li dijî wan lêpirsîna qanûnî bê vekirin û bi cezayê herî giran ku heq dikin werin cezakirin.

Divê li Kurdistanê hemû partîyên siyasî û sazîyên civakî yên kurd û rûsipîyên ku di nav civakê de xwedî bandor in, li dijî vê êrîşa nîjadperest helwesteke hevpar nîşan bidin.

Li Tirkiyeyê divê derdorên herî berfireh ku alîgirên mafên mirovan, demokrasiyê û azadiyê ne, li dijî vê êrîşa li dijî mirovahîyê, nijadperest û şovenîst dengê xwe bilind bikin.

Em vê êrîşa nijadperest ya li Zonguldakê li karkerên kurd hatîye kirin şermezar dikin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)