Li Diyarbakirê di avahiyekê de şewat derket: 5 kes birîndar bûn

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Peyasê ya Diyarbakirê, nîvê şevê di avahiyekê de şewat derket. Di encama şewatê de, 3 jê agirkuj, bi giştî 5 kes ji ber dûyê bandor bûn û bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê, AFAD, polîs û tîmên tenduristiyê (112) sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê bilez dest bi vemirandina agir kirin û di heman demê de xebatên rizgarkirina welatiyên di avahiyê de dan destpêkirin.

Di encama hewildanên tîman de, 8 welatiyên ku di avahiyê de asê mabûn, bi silametî hatin derxistin. Lê belê, 3 agirkuj û 2 welatiyên ku ji ber dûyê jehrî bûbûn, bi ambulansan bo nexweşxaneyên herêmê hatin rakirin.

Parêzgariya Diyarbakirê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, rewşa tenduristî ya her 5 kesên birîndar baş e û ti metirsî li ser jiyana wan nîne.