Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed ji bo çend mijaran li Şamê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed li Şamê ne û ligel Serokê Sûriyê Ehmed Şera dicivin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, şandeya Rêveberiya Xweser û HSDê bi mebesta gotûbêjkirina çend mijarên çarenivîssaz serdana paytext Şamê kirine. Mijara herî sereke ya civînên ligel Serokê Sûriyê Ehmed Şera, pirsa zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî ye.

Ji bilî mijara ziman, şande û rayedarên Şamê li ser hinek pirsên ewlehî û leşkerî jî dicivin. Tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de xalên nakok ên di navbera her du aliyan de werin gotûbêjkirin û bingehek ji bo lihevkirineke giştî were amadekirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di peyama xwe ya dawî de ragihandibû, pêvajoya tevlîbûna HSDê di nav saziyên ewlehî, îdarî û leşkerî yên welat de bidawî bûye. Ebdî tekez kiribû ku: "Di Sûriyeya nû de, cih ji siyaseta şovenîst û qedexekirina zimanan re nîne."