Fayiq Zîdan û Gulam Hisên tekezî li ser cîbicîkirina peymanên ewlehî û yasayî kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zîdan û Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê Gulam Hisên Muhsin Ejeyî li Tehranê civiyan. Di hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser cîbicîkirina peymanên ewlehî û yasayî yên di navbera her du welatan de kirin.
Li gorî ajansa "Mizan" a ser bi dadweriya Îranê ve, Zîdan û Ejeyî hevnêrîn bûn ku asayîşa Iraq û Îranê bi hev ve girêdayî ye. Her du berpirsan diyar kirin ku divê her cûre tevgerên li dijî ewlehiyê yên li ser sînoran, çi ji aliyê komên çekdar çi jî ji aliyê "ajanên biyanî" ve bin, bi hevahengiyeke bilez û bi biryardarî werin pûçkirin.
Di civînê de mijara guhertina girtiyan jî hat gotûbêjkirin. Serokê Dadweriya Îranê bal kişand ser peymanên îmzekirî û daxwaza radestkirina girtiyên Îranî yên li Iraqê kir. Hat aşkerekirin ku di çarçoveya van peymanan de, tenê di sala borî de 131 girtiyên Îranî ji zîndanên Iraqê hatine radestkirin ji bo Îranê.
Ejeyî di berdewamiya axaftina xwe de cezayên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê wekî "çalakiyeke terorîstî" binav kir û got: "Ruhê fîrewnî yê serokên Amerîkayê dê berdewam nebe û ew ê bacê tawanên xwe bidin." Herwiha destnîşan kir jî, Amerîka ev 47 sal in bi her awayî gefan li gelê Îranê dixwe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zîdan piştgiriya Bexdayê ji bo Îranê li hemberî zextên Amerîka û Îsraîlê anî ziman. Zîdan got: "Em piştgiriya Îranê ya ji bo Iraqê, çi di sala 2003an de û çi di şerê dijî terorê de, ti carî ji bîr nakin."
Zîdan her wiha dorpêçên aborî yên li ser Îranê şermezar kirin û daxwaza xurtkirina hevkariyên dadwerî kir.