Qeter: Cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê tekalî ne; em ê navbeynkariya xwe bidomînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê ragihand, ew cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê wekî "yekalî" dibînin û destnîşan kir ku Doha ji bo kêmkirina rageşiya navbera Tehran û Washingtonê hewildanên xwe yên navbeynkariyê didomîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Majîd Ensarî di daxuyaniyekê de diyar kir, Qeter di dema borî de bi berdewamî bi her du aliyan re di peywendiyê de bûye. Ensarî got: "Armanca me kêmkirina alozî û rageşiya navbera Amerîka û Îranê ye, da ku her du alî vegerin ser maseya danûstandinan."

Ensarî hişyarî da ku her cure zêdebûna rageşiyê, dê bandoreke rasterast û neyînî li seranserî herêmê û cîhanê bike. Herwiha bal kişand ser girîngiya ewlehiya deryayî û misogerkirina azadiya çûnûhatinê di Tengava Hurmizê de. Ensarî daxwaz kir jî, rewşa herêmê vegere berî qeyranê û tekez kir ku Doha piştgiriya çareseriya dîplomatîk dike.

Li gorî daxuyaniyê, di navbera welatên Kendavê de hvahengiyeke tam heye ji bo amadekarî û rûbirûbûna senaryoyên cuda yên ku dibe li herêmê biqewimin.

Ev daxuyaniya Qeterê piştî pêngava nû ya Washingtonê hat. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê duh ragihandibû ku wan dest bi "pêvajoya tecrîda aborî" ya li dijî Îranê kiriye. Diyar kirin jî, ev kampanyaya cezayan a bêmînak e û hem saziyên hikûmeta Îranê û hem jî hemû aliyên ku piştevaniya Tehranê dikin, dike armanc.