Fraksiyona PDKê li Bexdayê daxwaza qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera Enfala Behdînan de, Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekezê li ser qerebûkirina madî û manevî ya kesûkarên enfalkiriyan dike.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê îro Sêşemê, 25ê Tebaxa 2026ê, bi helkefta salvegera Enfala Behdînan peyamek belav kir û tê de ragihand: "38 sal di ser tawana biêş a Enfala Behdînan re derbaz dibin, em bi rêz û xemeke mezin ve enfalkiriyên Behdînan û tevahiya Kurdistanê bibîr tînin."

Fraksiyona PDKê ragihand ku Enfala Behdînan ew tawana dîrokî ya ku bi awayekî sîstemotîk ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve, welatî, bajar, gund û devera wan bi çekên qedexekirî kirin armanc.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê tekezê li ser qerebûkirina madî û manevî ya kesûkarên enfalkiriyan û hemî qurbaniyên destê rejîma berê ya Iraqê dike.