Erebistana Siûdî pêşwaziya yekbûna HSD û artêşa Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, bi daxuyaniyekê pêşwaziya biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir û tevlîbûna şervanên wê bo nava artêşa Sûriyê wekî "gaveke ber bi aramiyê ve" binav kir.
Wezareta Derve ya Siûdiyê îro 26ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, welatê wan piştgirî dide biryara hilweşandina HSDê û yekbûna wê bi saziyên fermî yên dewleta Sûriyê re. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pêvajo ji bo vegerandina ewlehî û aramiya Sûriyê xaleke giring û sereke ye.
Siûdiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir, ew piştgiriya hemû pêngavên hikûmeta Sûriyê yên ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê û gihîştina pêşketin û xweşguzariyê dikin. Herwiha welatê navborî hêviya aramiya herdemî ji bo xaka Sûriyê û gelê wê xwast.
Ev helwesta Siûdiyê piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya duh 25ê Tebaxê hat ku tê de hilweşandina fermî ya hêzên xwe wekî rêxistineke leşkerî ya serbixwe ragihandibû. Ebdî aşkere kiribû ku ew ê bi temamî tevlî artêş û saziyên dewleta Sûriyê bibin.
Ev guhertina mezin piştî rêkeftineke giştgir a di navbera serkirdatiya HSDê û Serokê Sûriyê Ehmed Şera de pêk hat. Hêzên HSDê ku di sala 2015an de bi piştevaniya Amerîkayê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibûn avakirin, di van salên borî de kontrola herêmên berfireh ên bakur û rojhilatê Sûriyê di destê wan de bû.