Supaya Pasdaran: Heta mercên Îranê neyên cîbicîkirin, Tengava Hurmuzê nayê vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê peymaneke fermî ya di navbera Tehran û Mesqetê de ragihand ku li ser dabeşkirina dahatên Tengava Hurmizê ye. Di heman demê de, Pasdaran hişyarî da Amerîkayê ku heta şertên wan neyên qebûlkirin, ew ê destûrê nedin vekirina tengavê.
Supaya Pasdarên Îranê îro 26ê Tebaxa 2026an aşkere kir, piştî danûstandinên sê mehan, Îran û Oman gihîştine rêkeftineke dawî li ser diyarkirina para her du welatan ji dahatên Tengava Hurmizê. Li gorî daxuyaniyê, ev peyman pergala çûnûhatina keştiyan diguherîne sîstemeke "birêvebirina hevbeş" û girtina bac û seraneyê ji keştiyên bazirganî.
Berdevkê Supaya Pasdaran rewşa tengavê nirxand û got: "Tengava Hurmizê niha bi temamî di bin kontrola me de ye û ti keştiyeke leşkerî ya dijmin di nav de tune ye. Hemû keştiyên wan ên şer herî kêm kîlometreyekê ji tengavê dûr hatine girtin. Bêyî destûr û çavdêriya Îranê, ti keştî nikare di vê rêyê re derbas bibe."
Berdevkê Pasdaran Amerîka bi têkdana rêkeftina navbera Tehran û Mesqetê tohmetbar kir û got: "Amerîka dibe sedema derengketina cîbicîkirina peymanê. Heta ku Washington şertên me qebûl neke û dest ji têkdana rewşê bernede, di bin ti mercî de Tengava Hurmizê ji bo wan naye vekirin."
Ev daxuyanî di demekê de ye, pêştir jî Sekreterê Encumena Bilind a Asayişa Neteweyî ya Îranê Mohsen Rezayî ragihandibû ku her cure vekirina tengavê, tenê di bin kontrola Tehranê de û bi dayîna bacê pêkan e. Cîgirê Wezîrê Derve Kazim Xerîbabadi jî tekez kir ku ew ê bi ti awayî destûrê nedin keştiyên leşkerî nêzî tengavê bibin.
Li aliyê din, daneyên kompanyaya deryayî ya "Kepler" nîşan didin ku di du hefteyên borî de, çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê bi rêjeya %400 zêde bûye û hejmara keştiyan gihîştiye nêzîkî 200î. Supaya Pasdaran bi vê peymana nû dixwaze desthilata xwe ya darayî û kargêrî bi ser hemû keştiyên ku di vê rêya stratejîk re derbas dibin, bisepîne.