Qamişlo piştî HSDê: Di navbera hêvî û dilgiraniyê de
Qamişlo (K24) – Biryara Mezlûm Ebdî ya ji bo hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û yekbûna bi Şamê re, di nav xelkê Rojava de bû sedema nîqaşên germ. Hin welatî vê pêngavê wekî "kêmasî" dibînin, hin jî wekî "destpêka xebata siyasî" pênase dikin.
Piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ku ji Şamê hilweşandina fermî ya HSDê ragihand, li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Qamişloyê nerazîbûn û nêrînên cuda derketin holê. Ev biryar wekî dawiya serdemekê û destpêka qonaxeke nû ya siyasî li Sûriyeyê tê nirxandin.
Nivîskar Xalis Misewer diyar kir ku her çend ev rêkeftin ji bo rawestandina şer giring be jî, lê di ne asta daxwazên gelê Kurd de ye. Misewer got: "Ez bi rastî hinekî nerazî me. Ji ber ku daxwaz û armancên me di dilê me de hîn mezintir bûn. Me behsa sîstema federalî û konfederalî dikir. Ev yekbûna niha di ne asta wan xeyalan de ne, lê dîsa jî ji bo ku em xwe ji metirsiyê rizgar bikin, pêngaveke giring e."
Li aliyê din, Mihemed Mele Reşîd destnîşan kir ku ev biryar ji bo parastina yekparçebûna Sûriyeyê û dûrketina ji şerê navxweyî gaveke di cih de ye. Li gorî Mele Reşîd, divê êdî Kurd di qada siyasî de hîn aktîvtir bin û bi rêya diyalogê mafên xwe bi dest bixin. Herwiha got: "Ev gaveke bi aqilane bû. Divê êdî em li ser maseya siyasî û bi aqilekî nû di nav Sûriyeyê de cihê xwe bigirin."
Gelek welatiyên li Qamişloyê di wê baweriyê de ne ku serdema "berxwedana çekdarî" bidawî bûye û niha dema "têkoşîna dîplomatîk û siyasî" ye. Tevî ku beşek ji xelkê ji ber kêmbûna destkeftiyên siyasî dilgiran in, beşekî din jî bawer dikin ku ev rêkeftin dê bibe sedema aramiyê û vegera xizmetguzariyan bo herêmê.