Li Hesekê teqîn: 2 kesan canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê di encama teqîna bombeyeke vedayî de, du kesan jiyana xwe ji dest da. Ev teqîn di demekê de tê ku qonaxeke nû ya siyasî û leşkerî li herêmê dest pê kiriye.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, îro 28ê Tebaxê li bajarê Hesekê bombeyeke vedayî li nêzîkî avahiya Qesra Dadê ya bajêr teqiye. Di encamê de jî, 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Amaje bi wê jî kir, piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirin û ji bo tespîtkirina nasnameya tawanbaran û sedema teqînê lêkolîneke hûr dan destpêkirin.
Ev êrîş di demekê de pêk tê ku herêm di nav guherîneke mezin a leşkerî de derbas dibe. Roja Sêşemê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, hilweşandina HSDê û yekbûna wan bi artêşa Sûriyeyê re ragihandibû.