Murat Karayilan: Em têkoşîna çekdarî vediguherînin têkoşîna siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Murat Karayilan ragihand ku di navbera salên 1976 û 2026an de nêzîkî 27 hezar endamên PKKê canê xwe ji dest daye. Karayilan her wiha destnîşan kir ku ew stratejiya şerê çekdarî dihêlin û derbasî qonaxa têkoşîna siyasî dibin.

Endamê Fermandariya Navendî ya PKKê Murat Karayilan di daxuyaniyekê de ji bo medyaya nêzîkî partiya xwe, diyar kir, li gorî tomarên wan ên fermî, jimara kesên jiyana xwe ji dest daye 25 hezar û 922 e. Lêbelê destnîşan kir ku gava kesên navên wan nehatine tomarkirin jî li ser werin zêdekirin, ev jimar digihe nêzîkî 27 hezar kesan.

Derbarê aşkerekirina nasnameyan de Karayilan got: "Me di van rojên dawî de nasnameya 230 endamên xwe yên ji Diyarbekir, Wan, Gever, Cizîr û Mêrdînê aşkere kirin. Di rojên pêş de jî em ê nasnameyên 520 endamên din ên ji Bakurê Kurdistanê belav bikin ku di dema xwe de ji ber şert û mercên giran me nikaribû aşkere bikira."

Herwiha Karayilan got: "Em ji qonaxa şerê çekdarî derbasî qonaxa têkoşîna siyasî û civakî dibin. Me stratejiya şerê çekdarî hiştiye, lê em dest ji têkoşînê bernadin. Di serdema nû de giranî dê li ser pêşxistina siyaseta demokratîk û rêxistinkirina civakê be."