Wezareta Pêşmerge hişyarî da: Wêne û vîdyoyên leşkerî parve nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji efser û leşkerên xwe xwast ku ji bo parastina ewlehiya xwe û yekeyên leşkerî, nehêniyên leşkerî li ser torên civakî parve nekin.

Wezareta Pêşmerge îro 28ê Tebaxa 2026an, derbarê bikaranîna torên civakî de daxuyaniyeke hişyariyê ji bo hemû efser û Pêşmergeyan weşand. Wezaretê diyar kir, di van rojan de li ser torên civakî hin rûpel û hesabên kesane ji Pêşmergeyan daxwaz dikin ku wêne û vîdyoyên xwe yên bi cilûbergên leşkerî yan jî dîmenên dema şer ji wan re bişînin.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de tekez kir, ev cure parvekirin metirsiyê li ser ewlehiya giştî û kesane çêdikin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo parastina agahiyên kesane û giştî, divê efser û Pêşmergeyên Kurdistanê di vê mijarê de pir hişyar bin. Bi tI awayî wêne û vîdyoyên taybet bi çalakiyên leşkerî ji tI kes û aliyan re neşînin, bi taybetî di nav torên civakî de."

Wezaretê bang li hemû Pêşmerge û efseran kir ku bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin, da ku xwe û yekeyên xwe yên leşkerî ji her metirsiyekê biparêzin. Hat destnîşankirin ku parastina nehêniyên leşkerî beşek e ji erkê neteweyî û leşkerî yê her Pêşmergeyekî.

Ev hişyariya Wezareta Pêşmerge di demekê de tê ku îstîxbarata leşkerî û parastina agahiyan di şerên nûjen de girîngiyeke mezin lîstiye û carna parvekirina dîmenekî dikare bibe sedema eşkerebûna cih û plana hêzên leşkerî.