Rûsya û Îran li ser hinardekirina gaza sirûştî gihîştine pêşketineke berçav
Navenda Nûçeyan (K24) – Îran û Rûsyayê li ser hinardekirina gaza Rûsyayê bi ser axa Azerbaycanê re gihîştine rêkeftineke nû. Di qonaxa yekem de dê rojane 150 milyon metreçargoşe gaza xwezayî ji Rûsyayê ber bi Îranê ve were şandin.
Balyozê Îranê li Rûsyayê Kazem Celalî îro 28ê Tebaxa 2026an ji ajansa IRNA re ragihand, piştî rêzehevdîtinên di navbera Wezareta Petrola Îranê û kompanyaya Gazprom a Rûsyayê de, her du alî li hev kirine ku gaza Rûsyayê bi rêya hêleke boriyan a li ser erdê, ji axa Azerbaycanê derbas bibe û bigihe bajarê Astara yê li bakurê Îranê.
Li gorî hûrgiliyên rêkeftinê, Îran dê salane 55 milyar metreçargoşe gazê ji Rûsyayê wergire. Ev hejmar dike nêzîkî 150 milyon metreçargoşe di rojê de, ku ev qebare wekî nirxa enerjiyê bi qasî yek milyon bermîl petrola rojane ye.
Balyozê Îranê tekez kir, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi awayekî rasterast çavdêriya vê dosyayê dike û daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem girêbest werin îmzekirin û proje bikeve qonaxa bicihanînê. Da zanîn jî, niha tenê hinek pirsgirêkên teknîkî mane ku tîmên her du welatan li ser dixebitin.
Ev hevkariya mezin a enerjiyê di demekê de tê, Amerîkayê zextên xwe yên li ser Tehranê gihandine asta herî bilind. Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemêoperasyoneke aborî ya pir berfireh bi navê "Operasyona Derkirina Aborî" li dijî Îranê û Supayê Pasdaran ragihandibû.
Di çarçoveya vê operasyonê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dorpêçên giran danîn ser 60 kompanya, kesayet û keştiyên Îranê. Her wiha Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent hişyarî dabû ku "her welatekî ku bazirganiyê ligel Îranê bike, dê were cezakirin."