Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê: 6 hezar deryavan li Tengava Hurmizê asê mane

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) ragihand, ji ber şerê Amerîka û Îranê, 6 hezar deryavan di nav 400 keştiyan de li Tengava Hurmizê asê mane û pêvajoya rizgarkirina wan hatiye rawestandin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) Arsenio Dominguez, di hevpeyvînekê de ligel tora CBS ya Amerîkî, niha 6 hezar deryavan di nav 400 keştiyan de li herêma Tengava Hurmizê asê mane û nikarin ji herêmê derkevin û ev deryavan di bin şert û mercên pir giran û metirsiyeke mezin a ewlehiyê de kar dikin. 

Dominguez bal kişand ser bandora şer a li ser aboriya cîhanê û got: "Ev şerê ku şeş meh in berdewam dike, bûye sedema xitimandina zincîra dabînkirina sotemenî û kelûpelên sereke li seranserî cîhanê."

IMOyê aşkere kir, her çend berê planek ji bo derxistina karmendên keştiyan hatibû amadekirin û di encamê de 136 keştî û 2 hezar û 900 deryavan hatibûn rizgarkirin; lê belê ev pêvajo ji dawiya meha Hezîranê ve bi temamî hatiye rawestandin. Sedema rawestandina rizgarkirinê jî destpêkirina êrîşên esmanî û deryayî yên nû yên di navbera Amerîka û Îranê de ye.

Hat destnîşankirin ku ji 28ê Sibatê, ji destpêkirina şer û vir ve, herî kêm 19 deryavanan di dema bicihanîna erkê xwe de li herêmê jiyana xwe ji dest daye.

Sekreterê Giştî yê IMOyê xemgîniya xwe ya kûr ji bo têkçûna ewlehiya deryayî li seranserî cîhanê, ji Deryaya Reş heta Deryaya Sor, Kendava Adenê û Tengava Hurmizê anî ziman. Dominguez tekez kir ku ev bêaramî ne tenê ziyanê dide bazirganiya navdewletî, lê belê metirsiyeke rasterast e li ser jiyana bi hezaran deryavanên bêsûc.