Hişyarî ji êrîşa komên çekdar ên Iraqî li ser Siûdiyê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgehên îstîxbaratê hişyarî didin ku komên çekdar ên Iraqî plan dikin di nav çend saetên bê de êrîşî axa Erebistana Siûdî bikin. Ev metirsî piştî êrîşên asmanî yên Amerîka û Siûdiyê yên li ser çekdarên Heşda Şeibî zêde bûye.

Jêderên îstîxbaratî hişyariyeke lezgîn dan ku milîsên Iraqî yên ser bi Îranê ve, amadekariya êrîşeke berfireh li ser Erebistana Siûdî dikin. Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, planên hûr û kûr ên van komên çekdar ji bo armancgirtina deverên stratejîk ên Siûdiyê hatine tespîtkirin.

Ev alozî piştî wê yekê tê, di 27 û 28ê Tîrmeha borî de çendîn dronên ku ji axa Iraqê ve hatibûn avêtin, herêmên Riyad û rojhilatê Siûdiyê armanc girtin. Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Siûdiyê Turkî al-Malikî ragihand, hêzên wan ên berevaniya asmanî ew drone têk birine.

Al-Malikî destnîşan kir, milîsên ser bi Îranê ve berpirsê van êrîşan in û got: "Mafê me yê rewa ye ku em bergîriyê li ax û serweriya xwe bikin. Em ê di dem û cihê guncav de bersiva van destdirêjiyan bidin."

Tevî vê metirsiya êrîşê, hewildanên dîplomatîk jî berdewam dikin. Roja 27ê Tebaxa 2026an, şandeke bilind a ewlehiyê ya Siûdiyê li Bexdayê ligel rayedarên Iraqî civiya. Di civînê de, mijara kontrolkirina sînoran û zêdekirina hevahengiya îstîxbaratî hat nîqaşkirin, da ku rê li ber aloziyên nû were girtin. Pêştir jî di 13ê Tebaxê de şandeke Iraqî serdana Riyadê kiribû û daxwaza aramiya herêmê kiribû.

Sedema sereke ya vê gefa nû ya milîsên Iraqî, vedigere êrîşên hevaheng ên Amerîka û Siûdiyê ku di 29ê Tîrmeha 2026an de, firokeyên her du welatan li parêzgehên Bexda, Wasit, Neynewa, Besre û Kerkûkê li gelek binkeyên lojîstîk û kogehen çekan ên Heşda Şeibî dabûn.

Piştî wan êrîşan, "Bereya Berxwedana Îslamî ya Iraqê" sûnd xwaribû ku tola xwe ji Siûdiyê û berjewendiyên Amerîkayê hilîne. Hat zanîn ku li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, ev êrîş ji bo demekê hatibû paşxistin, lê zanyariyên nû nîşan didin ku milîs niha amade ne plana xwe bixin warê cibicîkirinê.