Mustafa Ozçelîk: Mehdî Zana di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî bi rûmet e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber koça dawî ya welatperwerê kurd û Şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê weşand. Ozçelîk diyar kir ku Mehdî Zana bi berxwedana xwe ya li Zindana Diyarbekirê di dîroka gelê kurd de cihekî girîng girtiye.
Welatperwerê kurd, kedkarê doza azadiya Kurdistanê û Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehdî Zana, ji ber nexweşiya xwe, Îro 29ê Tebaxa 2026an koça dawî kir. Piştî nûçeya wefatê, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk bi daxuyaniyeke nivîskî xemgîniya xwe parve kir.
Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de bal kişand ser xebatên Mehdî Zana yên di dema şaredariyê de û wiha got: "Kek Mehdî Zana, wek şaredarê Amedê, bi xizmet û helwesta xwe ya welatperweriyê di dîroka Kurdistanê de cihekî xwe yê girîng û bi rûmet girtiye."
Ozçelîk di daxuyaniya xwe de her weha behsa dema girtîgehê ya Mehdî Zana ya piştî darbeya leşkerî kir û got: "Kek Mehdî Zana piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, di zindana 5 nolu ya Amedê de bi berxwedana xwe û bi helwesta xwe ya welatperwerî di dîroka gelê me de cihekî girîng girtiye."
Serokê Giştî yê PWKê di dawiya peyama xwe de ji bo malbat û gelê kurd sersaxî xwest û got: "Bila rahma Xwedê li kekê Mehdî Zana be, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be. Bila serê malbatê, heval û hogirên gorbihuşt û serê gelê Kurdistanê sax be."