Helebce.. 600 jin ji bo tenduristiya xwe ya laşî û derûnî ber bi çiyayan ve dimeşin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Helebceyê, grûpeke meşê ya taybet bi jinan bi navê "Grûpa Hewrê" bala hemû jinên herêmê dikişîne. Ev grûp ku bi sedan jinan li hev dicivîne û ji bo tenduristiya xwe ya laşî û derûnî, ber bi çiyayên herêmê ve dimeşin.
"Grûpa Hewrê" jinên ji navçeyên Helebce, Şarezûr, Seyidsadiq û gundên derdorê dike yek. Jinên endamên vê grûpê, bi sibê saet di 05:00an de dest bi meşa xwe dikin û heta saet 08:00ê êvarê li nav xwezaya çiyayî û deverên geştiyarî yên sînorê Helebceyê dimînin.
Serperiştyara grûpê, Kewser Fatih derbarê damezrandina vê grûpê de dibêje, di destpêkê de wê bi tenê meş dikir, piştre çend hevalên wê tevlî bûn, lê niha grûp gelekî mezin bûye: "Niha nêzîkî 600 endamên me yên jin hene û her ku diçe grûpa me berfirehtir dibe."
Jinên ku beşdarî vê grûpê dibin, meşê wekî çalakiyeke herî girîng a jiyana xwe ya rojane dibînin. Beşdarên wekî Ayan Loqman û Çîmen Ebdulxaliq didin zanîn ku ev grûp ji bo jinên Helebceyê bûye derfeteke mezin.
Jinên beşdar dibêjin ku ev çalakî ne tenê spor e, lê di heman demê de "bêhnvedanek e ji bo ruh û derûnê" û dibe sedema "asûdehiya laş". Jinên Helebceyî bi vê meşê, xwe ji stresa jiyana rojane dûr dixin û di nav xwezayê de hêzê werdigirin.