Rêber Ehmed: Qonaxeke girîng a çaksaziya Polîsê Kurdistanê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 30î Tebaxa 2026an di Komxebata Rêberiya Stratejîk û Çaksaziya di Polîs de gotarek pêşkêş kir û ragihand: "Pêwîst e paşeroja Polîsê Kurdistanê di asta daxwazên xelkê de be." 

Wezîrê Navxwe bal kişand ser wê yekê jî ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daya çaksaziyan û niha qonaxeke gelek girîng di çaksaziya polîsê Kurdistanê de bi rê ve diçe. 

Destpêka proseyeke nû ya Çaksaziyê 

Roja yekşemê, 30ê Tebaxa 2026an, bi beşdariya Desteya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, komxebateke giring li ser serokatiya stratejîk û reforma di polîs de dest pê kir. 

Di komxebatê de Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa hûrgiliyên plana wezareta xwe kir. Reber Ehmed ragihand, pêvajoya çaksaziyê polîsan, aliyekî gelekî giring e di çarçoveya bernameya çaksaziya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serperştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî; armanc jê avakirina saziyeke nû û pîşeyî ya polîsan e, da ku bikaribe li gel guherînên civakê û astengiyên niha û yên paşerojê gav biavêje. Bawerî û xizmetguzarî wekî bingeha karkirinê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Wezîrê Navxwe bal kişand ser bingeha pêvajoya çaksaziyê û ronî kir ku armanca dawî ya vê pêvajoyê ne tenê guherandina strûktûra rêveberiyê yan rêkaran e, belkû armanc jê guherîneke bingehîn e di kalîteya xizmetguzariyan û pîşeyîbûna reftarên efseran de. 

Rêber Ehmed tekez kir ku lezkirina cîbicîkirina qanûnê û nêzîkbûna ji pêdiviyên welatiyan re dê bibin bingeha karkirina nû ya polîsan, herwiha bidestxistina baweriya giştî ya xelkê bi hêzên navxwe wekî stûna sereke ya serkeftina çaksaziyê binav kir.

Xwemalîkirina ezmûna Ewropayê

Derbarê hevahengiya navneteweyî de, Wezîrê Navxweyî spasiya Desteya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê kir bo organîzekirina vê diyalogê. Herwiha destnîşan kir ku ezmûna welatên Ewropayê derfeteke zêrîn e bo dewlemendkirina dîtina saziyên Herêma Kurdistanê, lê şertê sereke yê serkeftina vê pêvajoyê ew e ku li gel rewşa Herêma Kurdistanê re were gunjandin. 

Herwiha daxwaz ji fermandariya polîsên Kurdistanê kir ku bi temamî xwedî li vê pêvajoyê derkevin û berpirsiyariya cîbicîkirina wê li ser milê xwe bigirin, çunku biryara sereke û guherîna rastîn divê ji navxweyî saziyan de derkeve. 

Geşepêdana akademîk û dîjîtalkirina polîs

Rêber Ehmed diyar kir, qonaxa bê pêdiviya wê bi bernameyên perwerdeyî yên nû heye li kolejên polîsan, bi awayekî ku ev kolej tenê ne cihê perwerdekirina efseran bin, belkî bibin platformek bo afirandina rêberên xwedîbiryar. 

Derbarê teknolojiyê de jî ragihand, bikaranîna sîstema dîjîtal ne tenê amrazekî nû ye, belkî rêbazeke nû ya rêveberiyê ye bo rêgirtina li tawanan, şefafiyeta lêkolînan û pêşkêşkirina xizmetguzariyeke pêşketîtir bo welatiyan.

Berfirehkirina rola jinan di kerta ewlehiyê de 

Di beşeke din a gotara xwe de, Wezîrê Navxwe peyamek arasteyî fermandarên polîsan kir, da ku bi awayekî çalak beşdarî vê proseyê bibin. Bi taybetî daxwaz kir ku derfetên zêdetir ji bo beşdariya jinan di rêzên polîsan û serkirdetiyê de bên rexsandin. 

Wezîrê Navxwe tekez kir, civak bi hemû pêkhateyên xwe ve wê demê hest bi ewlehiyê dike, ku hest bike nûnertiyeke wê ya temam di nav hêzên polîsan de heye, lewma handana jinan û bawerîpêdana wan, beşekî neveqetiyayî ye ji stratejiya nû ya Wezareta Navxwe ji bo avakirina polîsekî bihêz û nûjen.