Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê: Rêjeya ava Feratê çar qatan zêde bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand, birê avê ya ji aliyê Sûriyeyê ve bi rêya Çemê Firatê dikeve axa Iraqê, bo 680 metre sêcar di çirkeyekê de bilind bûye, di demekê de ku par di heman demê de tenê 151 metre sêcar bû.
Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal ragihand, rêjeya herikîna avê ya Çemê Firatê çar qatan zêde bûye. Herwiha da zanîn, di çirkeyekê de 500 metre sêcar av ji Bendava Hedîseyê ber bi parêzgehên Firata Navîn ve tê berdan û di heman demê de rojane di çirkeyekê de, 180 metre sêcar av di gola bendavê de tê komkirin.
Li gorî amarên wezaretê, birê ava kombûyî di gola Bendava Hedîseyê de, gihîştiye 4 milyar û 800 milyon metre sêcar, lê belê hêj cihê 3 milyar û 400 milyon metre sêcara din di nav bendavê de vala ye.
Berdevkê Wezaretê diyar kir, birê ava ku derbasî Iraqê dibe bi sê sedemên sereke ve girêdayî ye: Yekem, rewşa keşûhewayê û rêjeya baranbarînê li Tirkiye û Sûriyeyê. Duyem, rêkarên xebitandinê yên Tirkiyeyê ji bo birêvebirina avê, û sêyem jî sîstema birêvebirina avê li Sûriyeyê.
Derbarê rêkeftinên ligel welatên cîran de, Xalid Şemal diyar kir ku têgihiştineke hevbeş di navbera Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de heye ku li gorî wê divê rêjeya ava derbasbûyî ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê di çirkeyekê de ji 500 metre sêcar kêmtir nebe; ji vê birê jî %58 ji bo Iraqê û %42 ji bo Sûriyeyê be.
Di dawiyê de Wezareta Çavkaniyên Avê teqez kir, her çend e ev zêdebûn ji bo peydakirina ava vexwarinê û plana çandiniyê alîkar e, lê belê hêj birê avê negihîştiye wê astê ku gola Habaniyeyê pê tijî bibe.