Neçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Yekîtiya Ewropayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir û pêzanîna Herêmê ji bo rola piştgiriyê ya Yekîtiya Ewropayê dubare kir. Ji aliyê xwe ve, balyozê Yekîtiya Ewropayê tekezî li ser pabendbûna welatên Ewropayê ji bo pêşxistina têkiliyan û berdewamiya alîkariyên wan ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, berî nîvroya îro Yekşemê 30/08/2026, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Clemens Semtner kir.
Di hevdîtinekê de ku Stefan Wendt, berpirsê nû yê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê amade bû, Serokê Herêma Kurdistanê spasî û rûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rol û piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê dubare kir. Herwiha ji bilî piştevaniyê, pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Wendt kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Ji aliyê xwe ve birêz Semtner tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê pêdagir e bi piştevanî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha xwazyar e peywendiyan zêdetir pêş bixe û di hemû waran de dê berdewam be li ser alîkariya wan.
Rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû.