Li beravên Qibrisê keştiyeke rêwiyan serûbin bû: 270 kes li ser bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li beravên bajarê Girne yê Qibrisê, keştiyeke rêwiyan a ku 270 kes tê de bûn, serûbin bû. Şaredarê Girneyê Murat Şenkul ragihand, rewş gelekî giran e û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Keştiya bi navê "Filo Jet" a ser bi kompaniya Filo Denizcilik ve, îro 30ê Tebaxê, ji bo ku ji Girneyê herê Taşucuya Tirkiyeyê birê ket. Lê belê keştî piştî ku ji benderê dûr ket, li nêzîkî herêma Diana Beach serûbin bû.

Li gorî dîmenên ji herêmê hatine, keştî bi temamî wergeriya ye û hinek rêwî li ser pişta keştiyê li benda rizgarkirinê ne. Hinek rêwî jî bi qeyikên rizgarkirinê yan jî bi yelekên hawarçûnê ji keştiyê dûr ketine.

Şaredarê Girneyê Murat Şenkul derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got: "Keştiya rêwiyan li beravên Diana Beachê noqî avê bûye. Di nav keştiyê de bi giştî 270 rêwî û karmend hene. Rewş gelekî giran e. Parastina Beravê û gelek qeyikên taybet beşdarî xebatên rizgarkirinê dibin."

Di vê derbarê de Şaredarê Girneyê li Qibrisê Murat Şenkul ragihand, "Tîmên hawarhatinê karîn bigihêjin 159 kesî ji wan 270 rêwiyên ku li ser keştiyê bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Qibrisê ragihand, ji bo wergirtina birîndar û rêwiyan, hem li bendergehê û hem jî di nexweşxaneyên dewletê û yên taybet de hemû tedbîr hatine girtin. 

Duh li Qibrisê ji ber bahoz, brûsk û barana dijwar hişyariya "rengê porteqalî" hatibû dayîn. Ji ber xirabiya keşûhewayê, li hemû beravên Girneyê alên sor (qedexeya ketina deryayê) hatibûn hildan. Hat ragihandin ku di saetên qezayê de li herêmê bahozeke pir dijwar hebûye.