2emîn kongreya PWK’ê: Mustafa Ozçelîk careke din wek Serokê Giştî hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li bajarê Diyarbekirê 2’yemîn Kongreya xwe ya Giştî lidar xist. Di kongreyê de Mustafa Ozçelik bi yekdengî careke din wekî Serokê Giştî yê PWK’ê hat hilbijartin.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro 31ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, PWKê kongreya xwe ya duyemîn duh 30ê Tebaxê li Diyarbekirê li dar xist. 

Ji ber wefata sîyasetmedar û kedkarê doza azadiya Kurdistanê Mehdî Zana, di bernameya kongreyê de hinek guhertin hatin kirin. Ji ber ku merasîma cinazeyê Mehdî Zana di heman demê de bû, gelek nûnerên saziyên sivîl, sîyasetmedar û dezgehên medyayê nekarîn di saetên destpêkê de beşdarî kongreyê bibin. 

Cîgirê Serokê Giştî yê PWK’ê Mehmet Can Azbay, ku hevalê zîndana Mehdî Zana yê ji 5 No’luya Diyarbekirê bû, di merasîma cinazeyê de li ber Şaredariya Amedê axaftinek kir. Piştî bidawîbûna merasîmê, delege û mêvan vegeriyan cihê kongreyê û beşa duyemîn a bernameyê berdewam kir.

Serokê Giştî Mustafa Ozçelik di destpêka beşa duyemîn de li ser rewşa sîyasî ya rojevê û nêrînên PWK’ê axaftineke berfireh kir. Kongre bû qada hevgirtina neteweyî; ji her çar perçeyên Kurdistanê partî û tevgerên sîyasî beşdar bûn an jî peyamên piştgiriyê şandin.

Di beşa piştî nîvro de, ku tenê bi beşdariya delegeyan birêve çû, hilbijartin hate kirin. Mustafa Ozçelik bi yekdengî careke din wekî Serokê Giştî yê PWK’ê hat hilbijartin. Herwiha Meclîsa Partîyê ya nû jî hate diyarkirin ku tê de cih girtina ciwanan bal kişand.