Partiyên Kurdistanî yên Xaneqînê: Bila girtî bên berdan û daxwazên gel bên bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiyên Kurdistanî yên li devera Xaneqînê piştgiriya xwe ji bo biryara rawestandina demkî ya xwenîşandanên li bajêr ragihandin. Partiyan bang li Bexdayê kirin ku girtiyan berde û daxwazên rewa yên herêmê bicîh bîne.
Partiyên Kurdistanî yên li devera Xaneqînê îro 31ê Tebaxê daxuyaniyek ji bo raya giştî û xelkê Xaneqîn, Gulale, Sediyê, Mendelî, Qeretepe û Cebareyê weşandin. Di daxuyaniyê de piştgirî hat dayîn ji bo biryara Desteya Serperştiyar a xwenîşandanê, ku biryar dabûn çalakî bi awayekî demkî bên rawestandin.
Sedema sereke ya rawestandina xwenîşandanan ew e ku şandeyeke nûnerên Xaneqînê bigihîje Bexdayê û bi Serokkomar û rayedarên bilind ên Iraqê re bicive. Herwiha partiyan diyar kir ku ev biryar ji bo parastina aramiya navçeyê û canê welatiyan hatiye girtin, ji ber ku tedbîrên ewlehiyê yên ji bo parastina xwenîşanderan, ne di asta pêdivî de bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxwaza xelkê ya ji bo parastina nasnameya Kurdistanî ya deverê peyameke zelal e. Partiyan bal kişand ser giringiya bicihanîna Madeya 140 a Destûra Iraqê û daxwaz ji her çar serokatiyên Iraqê û nûnerên Kurd ên li Bexdayê kirin ku bi zûtirîn dem bersiva daxwazên rewa yên xelkê deverê bidin.
Partiyên Kurdistanî daxwaza azadkirina demildest a hemû girtiyan kir û daxwaz kir ku biryarên girtinê yên li ser kesayetên siyasî, çalakvan û ciwanên bajêr bên betalkirin. Partiyan diyar kir jî, ev kes tenê bi awayekî medenî û aştiyane daxwaza mafên xwe yên destûrî kirine û nayê qebûlkirin ku bên cezakirin.
Li gorî zanyariyan ji herêmê hatine wergirtin, heta niha du çalakvan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û ji bo 20 kesên din jî biryara girtinê hatiye derxistin. Partiyên Kurdistanî destnîşan kir ku ew ê hemû rêyên qanûnî û destûrî bikar bînin, da ku mafên gel biparêzin û girtiyan bidin berdan.