Nêçîrvan Barzanî: Dr. Ebdulfetah Botanî jiyekî bi dilsozî xizmeta rewşenbîriya Kurdî kir

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, di peyama xwe de ragihand: "Bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî, Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî, ez sersaxiyê ji binemala û kesûkarên wî yên rêzdar, Akademiya Kurdî û tevahiya nivîskar û akademîsyenên Kurdistanê dikim, ez hevparê xema wan im."

Nêçîrvan Barzanî di pareka din a peyamê de got: "Xudêjêrazî jiyekî bi dilsozî xizmeta zanist, rewşenbîrî û çanda Kurdî kir. Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan."

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Ji bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî, Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî, ez sersaxiyê ji binemala û kesûkarên wan yên rêzdar, Akademiya Kurdî û tevahiya nivîskar û akademîsyenên Kurdistanê dikim, ez hevparê xema wan im.

Xudêjêrazî jiyekî bi dilsozî xizmeta zanist, rewşenbîrî û çanda Kurdî kir. Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.09.2026