Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Ebdulfetah Botanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Serokê berê yê Akademiya Kurdî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî diyar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, peyameke hevxemiyê belav kir û tê de amaje da: "Ez sersaxiyê li binemal, kesûkar û hevkarên dîroknas, nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî, Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Elî Botanî dikim û ez hevparê xema wan im."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa dibêje: "Xudayê Mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan."