Ehmed Hoşyar: Geştên esmanî yên Balafirxaneya Hewlêrê asayî ne

Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê tekezê li ser wê yekê dike ku geştên balafirxaneyê berdewam in û nehatine rawestandin.

Rêveberê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyeke taybet de bo kanala Kurdistan24ê ragihand: "Ezmanê Hewlêrê niha bi temamî vekiriye û geştên esmanî bi awayekî asayî berdewam in."

Ev daxuyaniya piştrastker a Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê piştî wê yekê hat ku berî saetekê Amerîkayê çend êrîşên esmanî kirin ser Îranê, ev yek jî bûbû sedema nîgeraniya welatiyên paytextê li ser îhtîmala rawestandina livûtevgera esmanî ya balafirxaneyê.

Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê bi rêya Kurdistan24ê peyamek arasteyî geştyar û welatiyan kir û tekez kir ku proseya firîn û dadana balafiran li gorî bernameya wan a diyarkirî bi rê ve diçe û qada esmanî ya paytextê parastî û asayî ye.