Serok Barzanî sersaxiyê ji binemala Dr. Ebdulfetah Botanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya nivîskar û akademîsyen Ebdulfetah Botanî, sersaxî ji binemala Xudêjêrazî re xwest û xwe hevparê xema wan dizane.
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê, 1ê Îlona 2026ê, ji bo koça dawiyê ya nivîskar, akademîsyen, dîroknasê Kurd û Serokê berê yê Akademiya Kurdî Ebdulfetah Botanî, peyameke hevxemiyê belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de hatiye: "Ez sersaxiyê ji binemal, kesûkar û dostên Xudêjêrazî Dr. Ebdulfetah Botanî û hemî nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê û Akademiya Kurdî re dixwazim û xwe hevparê xema wan dizanim."
Serok Barzanî di peyama xwe de herwesa dibêje: "Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan."