Rojavayê Kurdistanê: Birîna mazota erzan kirîza aborî û xizmetkariyan mezin dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bêyî ku ti biryareke fermî ji aliyê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ve derkeve, mazota erzan a xizmetkariyan hat birîn; ev yek jî rasterast metirsiya bobelateke mezin a aborî û xizmetkariyan li ser welatiyan çê dike.

Bêyî ku ti biryarek ji aliyê Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ve derkeve, mazota erzan anko ya xizmetkariyan hat birîn, ev kiryar dê gelek arêşeyên aborî yên mezin bi ser deverê de bîne, wekî bihabûn anko birîna elektrîkê jenetoran bi temam û herwesa bihabûna çûn û hatinê û hemî cûnên keresteyên bazaran. Welatî vê yekê rexne dikin û doza çareseriyekê dikin.

Xwediyên jeneroran jî bê çare mane, dibêjin ku mazota wan nemaye û heta niha ti biryareka fermî ji aliyê berpirsên hikûmetê ve derneketiye û eger rewş wesa bimîne, dê nirxê empêrên elektrîkê sê çar qat biha bibe û ev yek zêdeyî karînên xelkî yên aborî ye.

Hemî xelk dê baca vê biryarê bide, xasma jî malbatên xizan, û êdî nema dikarin debara jiyana xwe bikin. Li hêleke din jî, eger ev mazota xizmetkariyan li ser firneyan bê birîn, nan dê yekser biha bibe. 

Bi birîna mazota erzan, êdî dever bi giştî li ber bobelateka aborî û xizmetkarî ye. berpirs heta niha bêdeng in û ti rêyên çareseriyê jî ji bo welatiyan pêşkêş nekirine.