Artêşa Urdinê: Me 10 mûşekên balîstîk ên Îranê xistin xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihand, sîstema wan a berevaniya asîmanî 10 mûşekên balîstîk ên ku derbasî asîmanê welat bûne xistine. Li aliyê din, Îranê got ku wan li nava axa Urdinê baregeheke Amerîkayê kiriye armanc û gelek leşker kuştine.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Urdinê, îro 2’ê Tebaxa 2026’an sîstemên berevaniya asîmanî rûbirûyî 13 mûşekên balîstîk bûne ku derbasî asîmanê wî welatî bûne.

Artêşa Urdinê aşkere kir, ji 13 mûşekan, 10 mûşek ji aliyê berevaniya asîmanî ve li asîman hatine teqandin û xistin. 3 mûşekên din jî li herêmên çolistan û dûrî navendên niştecihbûnê ketine xwarê. Destnîşan kir jî, di encama van teqîn û ketina parçeyên mûşekan de ti ziyanên canî çênebûne.

Tîmên pispor ên artêşê tavilê çûne cihê ku parçeyên mûşekan lê ketine, da ku ewlehiya welatiyan biparêzin. Her wiha artêşê bang li gel kir ku nêzî tiştên nenas û parçeyên metalî nebin û agahiyan tenê ji çavkaniyên fermî wergrin.

Berî daxuyaniya Urdinê, Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû, di çarçoveya pêla duyemîn a operasyonên wan de, baregeha deryayî ya hêzên Amerîkayê ya bi navê "Kamp Tîtînyan" a li peravên Kendava Eqebeyê a li başûrê Urdinê, bi mûşekên balîstîk hatiye armanckirin.

Supaya Pasdaran got jî, di vê êrîşê de ew baregeh bi giranî hatiye lêdan û "hejmareke mezin a hêzên Amerîkayê hatine kuştin." Heya niha Amerîka an jî Urdinê derbarê kuştina leşkerên Amerîkî de ti agahiyek piştrast nekirine.