Artêşa Kuweytê: Me dronên Îranê şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Kuweytê ragihand, sîstemên wan ên berevaniya asîmanî rûbirûyî êrîşên dronên Îranê bûne û ew xistine

Serokatiya Erkanê Giştî ya Artêşa Kuweytê îro 2’ê Îlona 2026’an daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, ew dengên teqînên ku li deverên cuda yên Kuweytê hatine bihîstin, encama operasyonên sîstema berevaniyê ne ku dronên êrîşkar li asîman jinav birine. 

Herwiha bang li welatiyan hat kirin ku ji bo ewlehiya canê xwe, pabendî rênimayên saziyên ewlehiyê bin.

Ev êrîşên li ser Kuweytê di demekê de ne, Îranê qada bersivdayîna xwe li dijî Amerîkayê berfireh kiriye. Tehranê ragihand ku wan bi mûşek û dronan li wan deveran xistiye ku berjewendî û hêzên Amerîkayê lê ne, nexasim li Urdin û Behreynê.

Ji aliyê din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşên şeva borî yên li ser axa Îranê de, diyar kir ku hêzên wan li nêzî Tengava Hurmizê û li başûrê Îranê li çend xalên stratejîk dane.

Trump got: "Me bi taybetî ew sîstemên radarê û şiyanên leşkerî yên ku Îranê nû ava kiribûn, jinav birin." Serokê Amerîkayê hişyariyeke tund da Tehranê û got; her bersivek nû ya Îranê dê bi êrîşeke hîn girantir a Amerîkayê re rûbirû bibe.