Kolejek û sê pişkên nû li Zanîngeha Akrê tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi merema pêşxistina astê perwerdeyê û peydakirina derfetan bo bazara kar, Zanîngeha Akrê ji bo sala nû ya xwendinê (2026-2027) biryara vekirina kolejek û sê beşên nû da û amadekariyan dike ku bi sedan xwendekarên nû werbigire.
Bi merema zêdetir pêşxistina asta xwendinê û dabînkirina pêdiviyên bazara kar, Zanîngeha Akrê biryar da ku kolejek û sê pişkên nû vebike û ji bo sala nû ya xwendinê bi sedan xwendekaran werbigire.
Berdevkê Zanîngeha Akrê Ebdulah Beytaş ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi merema amadekirina derçûyên zanîngehê bo bazara kar, biryara vekirina kolejek û sê pişkên nû ji bo sala nû ya xwendinê hate dan û derçûyên pola 12ê ya amadayî dikarin daxwaznameyên xwe bo wan kolej û pişkan pêşkêş bikin.
Di derheqa wan kolej û pişkan de, wî aşkere kir ku Koleja Qanûnê tê vekirin û ji bo îsal 25 xwendekaran werdigire, her wiha Pişka Kîmyayê 25 xwendekaran, Pişka Avahîsaziyê li Berdereşê 40 xwendekaran û Pişka Endazyariya Bernameçêkirinê (Programming Engineering) tê vekirin lê ji ber nebûna cih, ji bo sala nû ya xwendinê (2026-2027) ti xwendekaran wernagire.
Her çend e heta niha Zanîngeha Akrê ti gerên derçûnê nebûne, lê plan dike ku îsal merasîma derçûnê ji bo derçûyên salên 2024-2025 û 2026-2027an rêk bixe.
Li gorî amaran, Zanîngeha Akrê ji 8 kolej û peymangehan û nêzîkî 30 pişkên cuda pêk tê û nêzîkî 5000 xwendekaran di wan kolej û pişkan de dixwînin.