Erdogan: Hilweşandina HSDê bo tevahiya deverê qonaxeke nû ye

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û têkelkirina wan dê bibe destpêka qonaxeke nû bo tenahiyê li seranserê deverê. Herwesa tekez kir ku divê serdema çek, tundûtîjî û terorê bi yekcarî bi dawî bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo rojnamevanan -li dema vegera xwe ya ji lûtkeya Rêxistina Şanghayê ya li Qirxizistanê- pêşwazî li hilweşandina HSDê kir û ragihand, Tirkiye ligel aliyê Sûriyeyî li ser xêza sînorî bi hûrî çavdêriya bicihanîna vê biryarê dike.

Erdogan diyar jî kir ku Waşinton di rastiya rewşa Sûriyeyê gihiştiye. Wî daxwaz ji hemî welatên cîran û dost jî kir ku di avakirina Sûriyeyê de alîkar bin, da ku rê li her alozî û têkdaneka aştiya navxweyî ya wî welatî bê girtin.

Di derheqa pêngavên proseya aştiyê li Tirkiyeyê de jî, Erdogan ron kir ku ew prose pêngav bi pêngav ber bi pêş ve diçe û nikarin bernameyeka demkî jê re danin, ji ber ku mijareke armancdar e, lê dewletê nexşerêya xwe heye û komîsyona şopandinê bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz  dest bi karên xwe kiriye.

Navborî tekez jî kir ku şertê sereke bo bicihanîna qanûnan ew e ku aliyê beranber bi rengekê kiryarkî çekan dane û bê hilweşandin, ji ber ku proseyeke bi vî rengî nabe zêde bê gîrokirin da ku nekeve bin bandora bizavên têkderane.

Di pareka din a gotinên xwe de, Erdogan tekez li ser bihêzkirina eniya navxweyî kir û destnîşan kir ku ev pêngav ne bi wateya jêbirina cudahiyan e, belku yekgirtin e ligel cudahiyan di çarçoveya "Lihevkirina Mezin a Tirkiyeyê" de.

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa hişyarî li ser her gotareka tund ji aliyê kesatiyên siyasî ve da, ku zirarê bigehîne yekrêzî û biratiya civakî û ragihand ku gel hişyar e û nakeve torên teşwîqên bi vî rengî.