Trump bijardeya bidawîanîna şerê Îranê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) aşkere kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şêwirmendên xwe re li ser bijardeya ragihandina "dawiya şerê li dijî Îranê" nîqaşan dike. 

Li gorî raporta Wall Street Journal, Trump bi şêwirmendên xwe yên payebilind re civiyaye û diyar kiriye ku zextên aborî û operasyonên leşkerî yên Amerîkayê encam dane. Trump pê bawer e ku ev fişar dê rejîma Îranê neçar bike ku yan ji bernameya xwe ya atomî dest bikşîne, yan jî dê bi temamî rûbirûyî hilweşînê bibe.

Du çavkaniyên Amerîkî piştrast kirin ku niha 19 keştiyên şer ên Amerîkayê li navçeyê belav bûne. Di nav vê hêzê de, 2 keştiyên firokehilgir û 13 keştiyên mûşekavêj hene. Ji bo ewlehiya navçeyê jî, dema erkê hêzên parastina asîmanî ya Amerîkayê ji 9 mehan, bo salekê hat dirêjkirin.

Donald Trump li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî got: "Amerîkayê beşeke pir mezin a şiyana leşkerî ya Îranê jinav biriye. Bi dîtina min, bidestxistina serkeftina tam a di vê şerî de êdî tenê meseleya demê ye. Me ziyanên gelekî mezin gihandin Îranê."

Trump herwiha destnîşan kir ku %99’ê armanca van operasyonan, parastina Rojhilata Navîn, Îsraîl û berjewendiyên Amerîkayê ye. Destnîşan kir jî, Îranê berê hewl dida Îsraîl û Rojhilata Navîn tune bike û piştre berê xwe bide Ewropa û bajarên Amerîkayê, lê wan ev xetere ji holê rakiriye.

Serokê Amerîkayê ragihand, niha kontrola Tengava Hurmizê di destê Amerîkayê de ye û tankerên petrolê rojane bi silametî di wir re derbas dibin. Trump bersiva Îranê ya li dijî Amerîkayê wekî "gelekî lawaz" pênase kir û got: "Îran nikare pêşrewiya Amerîkayê rawestîne. Dawiya vî şerî nêzîk û misoger e."