Li Til Temirê 1500 xwendekar bê dibistan mane
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber wêranbûna dibistanan û bikaranîna hinek avahiyan ji bo koçberan, 1500 xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar man.
Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarokê Til Temirê ragihand, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, kêşeya kêmbûna dibistanan li herêmê derketiye. Li gorî daxuyaniyê, ev pirsgirêk heya niha nehatiye çareserkirin û bandoreke rasterast li ser paşeroja xwendekaran dike.
Rêveberiya Perwerdeyê da zanîn, li Til Temirê bi giştî 115 dibistan hene, ji nava van 11 dibistan ji ber şer û topbaranê bi temamî wêran bûne, 6 dibistan ji bo koçberên Serê Kaniyê yên ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê reviyane, tên bikaranîna, 18 dibistan jî di destê komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve de ne û xwendekar nikarin lê bixwînin.
Hat destnîşankirin ku ew dibistanên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de mane jî, beşek ji wan ji ber şer ziyan dîtine û pêdiviya wan a lezgîn bi nûjenkirinê heye. Kêmbûna amûrên xwendinê û xerabûna avahiyan, bûye sedem ku perwerde bi awayekî rêkûpêk neyê dayîn.
Li gorî amarên Rêveberiya Perwerdeyê ya Til Temirê, îsal herî kêm 1500 xwendekar ji ber nebûna cih û dibistanan nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Ev xwendekar li bendê ne ku saziyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî ji bo avakirina dibistanên nû an jî nûjenkirina yên kevin bikevin tevgerê.