Fuad Husên: Aborê Iraqê li jêr bandora pêşhatên ewlehiyê yên deverê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê û Birêveberê Nû yê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê civiyan û di wê civînê de mijarên girîng ên wekî pêkanîna hikûmetê, kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve û bandora aloziyên herêmî û girtina Tengava Hurmizê li ser aborê Iraqê nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Birêveberê Nû yê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Steven Fagin kir.
Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Iraqê, di wê civînê de pêşveçûna rewşa siyasî ya Iraqê, rêkarên temamkirina pêvajoya pêkanîna hikûmetê, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê hatin nîqaşkirin; di nav de ew pêngavên ku hikûmeta Iraqê di çarçoveya kontrolkirina çekan û hiştina wan di bin kontrola dewletê de diavêje.
Herwesa her du aliyan behsa livûtevgerên siyasî yên Iraqê û serdanên çaverêkirî yên Serokwezîr Elî Zeydî jî kir, ku di çarçoveya peywendiyên derve yên Iraqê û perweriya welat de bo xurtkirina peywendiyan ligel hevparên herêmî û navdewletî tê.
Ji aliyê xwe ve, Birêveberê Nû yê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê rêz û spasiyên xwe bo wê pêşwaziya germ diyar kirin û pîrozbahî li Wezîrê Derve kir, ku dubare wekî Wezîrê Derve di kabîneya nû ya hikûmetê de bawerî bi wî hatiye dan.
Her li gorî wê ragihandinê, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser peywendiyên Iraqê ligel welatên Kendavê û welatên cîran di qonaxa piştî aloziyên Amerîka û Îranê de li hev guhertin, ligel bandorên wan aloziyan li ser rewş û peywendiyên herêmî.
Di wê civînê de, behsa çend mijar û pêşveçûnên herêmî yên balkêş ên hevpar jî hat kirin û herwesa behsa nêrînan bo paşroja hevahengiya herêmî û mekanîzmên peywendî û hevahengiyê bo çespandina aramiyê û rûbirûbûna pirsgirêkên hevpar.
Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku Iraq di bin bandora aloziyên herêmê û girtina Tengava Hurmizê de ye. Ron jî kir ku aborê Iraqê li ser asta yekê pişta xwe bi hinardekirina petrolê û dahatên wê girê dide, ku çavkaniya sereke ya dahata neteweyî ye û ev jî pêvajoya hinardekirina petrolê dixe bin bandora rasterast a pêşveçûnên herêmî.
Di tewerekê din ê wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê û bandorên wan ên çaverêkirî li ser Iraqê kir, bi taybetî bi liberçavwergirtina peywendiyên bazirganî û aborî yên bihêz ên di navbera Bexda û Tehranê de.
Ev jî di demekê de ye ku Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê duhî Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, di ragihandinekê de bixêrhatina Steven Fagin bo Iraqê kiribû û ragihandibû ku ew dê wekî Birêveberê Nû yê Karên Balyozxaneya Amerîkayê li paytexta Iraqê dest bi kar bibe.