Kesûkarên qurbaniyan li Mûsilê daxwaza helkolana gora bikom a Xisfeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li serdemê desthilata DAÎŞê li Mûsilê di dema sê salan da bi hezaran xelkê sivîl û hêzên ewlehiyê û polîs di nav gorên bikom da hatin gulebarankirin, ji wan jî mezintrîn gora bikom ya Xisfeyê li başurê Mûsilê ye, beriya salekê di merasîmekê da aliyên peywendîdar ragehand ku dest bi heldana wê gorê hate kirin, lê weku xwe maye û kesûkarên bêserûşûnan li Mûsilê dixwazin wê gorê helden.

Di konferansê da hemî kesûkarên bêserûşûnan xemeka giran heye, dixwazin aliyên peywendîdar ji qonaxa konferans û dirûşman derbaz bibin û bi kiryar gora Xisfeyê helden.

Hemdiye Arif ku yek ji kesûkarên bêserûşûnan e dibêje: “Li sala 2017ê kurê min rojêkê li danê spêdeyê ji mal derkeft, ji wê demê ve kurê min bêseruşvên e û ez dixwazim çarenvîsê wî bizanim, daku mafê wî bihête dan.”

Kesekê dî ji kesûkarên qurbaniyên destê DAÎŞê bi navê Zekeriya Ehmed dibêje: “Em dizanin her pênc kurên min şehîd bûn, lê me rufatên wan divên, me çi diyari nevên. Tenê me mafê wan divêt ji ber ku zarôkên wan bêsemyan in.

Daxwaziyên sereke yên konferansê terxankirina budceyeka taybet û dabînkirina pêdivîtiyên heldana gorên bikom û destpêkirina tîmên şareza ne, ji ber ku bi gotina şarezayan, nêzîkî 20 hezar rufatan dê di wê gorê de hebin. Bi rêya heldana wê gora Xisfeyê, çarenvîsa bi sedan bêserûşûnan dê diyar bibe.