Sûriyeyê dest bi nehêlana çekên kîmyawî yên serdemê Esed kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Sûriyeyê li Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî ragihand ku proseya nehêlana made û çekên kîmyawî yên yên serdema Serokê Sûriyeyê yê pêştir Beşar Esed di nav axa Sûriyeyê de dest pê kiriye.
Nûnerê Sûriyeyê li Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî Ibrahîm Eleybî îro Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, di çarçoveya civîna Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî de got: "Me dest bi proseyekê kiriye ku ew jî nehêlana hinek made û çekên kîmyawî ye, ku di nav welat de hatine dîtin û dîroka wan bo serdema Beşar Esed vedigere."
Nûnerê Sûriyeyê li Encûmena Ewlehiyê ya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir ku ev proseya nehêlanê pêngava yekê ye piştî herfina rêjîma Beşar Esed, her weha proseya yekê ya nehêlana made û çekên kîmyawî ye di nav axa Sûriyeyê de ji sala 2014ê ve.
Hêzên Tehrîr Şamê li dawiya sala 2024ê gelek bajar û dever ji bin kontrola desthilata berê ya Sûriyeyê û Serokê Sûriyeyê yê wê demê Beşar Esed derxistin û li roja 28ê Berçileya wê salê piraniya axa Sûriyeyê xist bin kontrola xwe û Beşar Esed ber bi Sûriyeyê ve reviya.