Li Stenbolê çekdareke DAÎŞê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama operasyoneke hevpar a hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de li bajêrê Stenbolê, çekdareke rêxistina terorîstî ya DAÎŞê hat kuştin ku plana kirina êrîşekê di navxweya wî welatî de hebû, û welatiyek jî di wê rûdanê de birîndar bû.
Li gorî zanyaran, ew operasyon bi hevahengî di navbera Dezgeha Hewalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) û Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê de li devera 'Sultanbeylî'yê bi merema girtina tohmetbarekî bi navê Berkan Ç. yê 21 salî hat kirin, ku peywendî bi rêxistina terorîstî ya DAÎŞê re hebû.
Dema bi ser cihê daxwazkirî de hat girtin, tohmetbarî teqe li hêzên polîs kiriye û di bersiva teqeya hêzên ewlehiyê de hat kuştin.
Li gorî zanyaran, di encama alozî û teqekirinê de welatiyek jî birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin, her weha lêkolîna hêzên ewlehiyê li ser hûrgiliyên zêdetir ên wê rûdanê berdewam e.
Parêzgarê Stenbolê Davut Gul jî li ser medyaya civakî peyamek belav kir û tê de ragihand: "Ez destxweşiyê li Dezgeha Hewalgirî (MÎT) û Ewlehiya Stenbolê dikim, ku bi bawerî û wêrekî rûbirûyî wan aliyan dibin ên ku ewlehiya dewletê û aramiya gelê me dikin armanc."