Fuad Husên ligel Encûmena Atlasî dosyaya çekê dewletê nîqaş kir

Fuad Husên û Victoria Taylor
Fuad Husên û Victoria Taylor

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ligel Rêvebera Bernameya Însiyatîfê ya Iraqê li Encûmena Atlasî guherînên herêmî û bizavên rêkxistina çekan û xistina bin desthilata dewletê nîqaş kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê îro Înî, 4ê Îlona 2026ê, di beyannameyekê de belav kir ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Bexdayê pêşwazî li Rêvebera Bernameya Însiyatîfê ya Iraqê li Encûmena Atlasî Victoria Taylor kir.

Di wê hevdîtinê de guherînên dawiyê yên herêmî, bi taybetî ew bizav û însiyatîfên bo tenakirina aloziyên di navbera Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de tên kirin, hatin nîqaşkirin.

Di pareka dî ya wê hevdîtinê de, her du aliyan behsa bizavên Hikûmeta Iraqê bo rêkxistina çekan û hiştina wan di bin kontrola dewletê de û wan astengiyên ku rûbirûyî bicihanîna wan pêngavan dibin kir.

Herwesa peywendiyên di navbera Iraq û Amerîkayê de û rêyên pêşxistin û bihêzkirina hevkarîyan jî hatin nîqaşkirin, bi taybetî piştî serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê bo Waşintonê.