Mezlûm Ebdî: Em peywendiyên xwe ligel Tirkiyeyê asayî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ragihand ku diyalogeke avaker di navbera wan û Tirkiyeyê de heye û tekez jî kir: “Divê em peywendiyên xwe ligel Tirkiyeyê asayî bikin û heta em neçar nebin, em rêya şer nadin ber xwe.

Mezlûm Ebdî îro Înî, 4ê Îlona 2026ê, di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala televîzyonî ya Îlkê ya Tirkiyeyê eşkere kir: "Danûstandinên avaker di navbera me û Tirkiyeyê de hene. Divê peywendî li ser bingeha xwezayî û avaker bi rê ve biçin, ji ber ku min soz daye xwe ku heta neçar nebim ez rêyê nadim ku gelê me caeke dî tûşî şer û aloziyan bibe."

Piştî ku proseya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav artêşa Sûriyeyê de bi dawî hat, Mezlûm Ebdî bi mersûmeke fermî ya Serokkomarê Sûriyeyê wekî Şêwirmendê Serokkomar hat destnîşankirin. 

Ev hevpeyvîna yekê ya Ebdî ye ligel kanaleka televîzyonî ya Tirkiyeyê tê belavkirin, piştî ku duhî nûçeya derxistina navê wî ji lîsteya terorê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve di medyayên Tirkiyeyê de belav bû.

Di wê hevpeyvînê de, Ebdî li ser paşeroja HSDê, tevlîbûna di nav artêşa Sûriyeyê de, xwendina bi zimana Kurdî, destûra nû, erkê wî di serokatiya komarê de û peywendiyên ligel Tirkiyeyê axivî. Peyama hevpar ew bû ku piştî 15 salên xebata çekdariyê, siyaseta Kurdî derbaz bûye qonaxeka nû.

Tevlîbûn ne ku xwebidestveberdan

Mezlûm Ebdî tekez kir ku tevlîbûna hêzan bi wateya xwebidestveberdanê nayê, belkî fermandar û yekîneyên HSDê pêkve bûne parek ji artêşa Sûriyeyê. 

Ebdî li wê bawerê ye ku qonaxa paşerojê ya xebatê dê di warê destûrî, siyasî û dîplomatîk de be û bi peyva "dawî û destpêk" behsa bidawîhatina qonaxa çekdarî kir û got: "Niha dema wê ye ku Kurd di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de maf û pêgeha xwe bi dest bixin."

Ebdî ron jî kir ku di serdemê rêjîma Beisê ya Sûriyeyê de rê nedihat dan ku Kurd bi nasnameya xwe hebin, lê niha derfet heye ku di pêkhateya Sûriyeya nû de cihê xwe bikin. Her çend heta niha hemî daxwaz nehatine bicihanîn, lê divê mafên nîştimanî, çandî û îdarî di destûrê de bên misogerkirin.

Xwendina Kurdî

Di derheqa xwendina bi zimana Kurdî de, Ebdî bal kişand ser wê yekê ku di serdema Rêveberiya Xweser de zarokan heta zanîngehê bi Kurdî dixwend, lê mafên niha ji wê ezmûnê kêmtir in. Ebdî wesa dibîne ku arêşeya zimanê Kurdî ne tenê girêdayî Sûriyeyê ye, belkî siyaseta welatên cîran jî bandor li ser wê heye. Tevî wê yekê jî, daxwaz dike ku civaka Kurdî li ser wê yekê berdewam be ku zarokên xwe dane ber xwendina Kurdî.

Paşeroja siyasî û peywendiyên ligel Tirkiyeyê

Ebdî amaje bi wê yekê kir ku proseya amadekirina destûrê bo Kurdan pir girîng e û hêvî dike ku nûnerên Kurdan tevlî wê komîsyonê bibin. Wî tekez jî kir ku 15 salan ne tenê şer bû, belkî awayekê nû yê jiyana civakî çê bûye û divê ew ezmûna siyasî û civakî di qonaxa nû de bê parastin.