Qamişlo ji ber krîza elektrîkê û bihabûnê di rewşeke xirab de ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Xelkê bajarê Qamişloyê gazinan ji rewşa av, elektrîk, bihabûn û xizmetkariyan dikin. Ew rûbirûyî jiyaneka bizehmet bûne, debara jiyanê bizehmet bûye û karînên xelkî yên aborî pir sînordar in. welatî gazinan dikin lê kesek guh li wan nake.

Ev çend roj in ku krîza elektrîkê derketiye hole. Piştî bihabûna sotemeniyê, xwedanên jeneratoran nirxên ampêran pir biha kirine û ev yek zêdeyî karînên xelkê ye. Gelek tax di tarîtiyê de ne û bê elektrîk in.

Roj bi roj bihabûn zêde dibe, nirxê kelûpelên bazarê hemî bilind bûne, kirîn û firotin jî tune ye. Ligel vê pêla bihabûnê, diyardeya bêkariyê jî roj bi roj zêde dibe.

Rewşa heyî nema tê tehemilkirin, xelk li rêyeka revê digere û bi dest wan jî nakeve. Rewşa aborî û xizmetkariyan xirabtir dibe û debara jiyanê jî nema tê kirin.