Wezîrê Petroll yê Iraqê: Pirsgirêka benzînê dê di nêz de tê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, kêmbûna benzînê li welat pirsgirêkek demkî ye û di demeke nêz de bi gihîştina barên nû yên benzîna hawerdekirî, ev krîz dê bidawî bibe.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Ebadî duh 4’ê Îlona 2026’an, serokatiya civîna "Şaneya Krîzê" kir. Di civînê de ku bi beşdariya birêvebirên giştî yên sektora Petrolê hat lidarxistin, rewşa dabînkirina sotemeniyê û îstîkrara bazara navxwe hat nirxandin.

Ebadî diyar kir, hemû amadekarî û pêdiviyên petrolê berdest in û tîmên wezaretê 24 saetan dixebitin da ku kêmasiyan dagirin. Wezîr daxuyand ku mîktarek mezin a benzînê hatiye kirîn û dê di demeke pir nêz de bigihîje Iraqê.

Derbarê birê sotemeniya ku tê bikaranîn de, Ebadî da zanîn: "Li Iraqê rojane bi navînî 33 milyon lître benzîn tê xerckirin. Lê dema ku di nav gel de nîgeranî çêdibe, ev bir derdikeve 38 milyon lîtreyan. Em piştrast in ku bi gihîştina barên nû, ev pirsgirêk dê bi temamî çareser bibe."

Wezîrê Petrolê bal kişand ser serkeftinên hikûmetê yên di 100 rojên destpêkê de û got: "Berhemanîna Petrola xav li Iraqê rojane ji 3 milyon bermîlan derbas bûye. Ev di dema ku di destpêka hikûmetê de hinardekirina Petrolê rojane derdora 250 hezar bermîlan bû."

Di dawiya civînê de, Basim Mihemed Ebadî peyamek da karkerên sektora parzûnkirin û belavkirinê û destnîşan kir ku modela nû ya aborî ya wezaretê, nabe sedema ti zirarê ji bo mafên darayî yên karmendan û got: "Mafên karkerên me ji bo me xeta sor e û em ê destûrê nedin ku ti bandoreke neyînî li mûçe û şayisteyên wan bibe."