Elî Qeredaxî sersaxiyê ji Serok Barzanî re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê peyameka sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir û tê de hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Ebdulwahid Barzanî diyar kir û amaje jî kir ku Xudêjêrazî bi bawerî û karên baş naskirî bû.
Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê Prof. Dr. Elî Muhyîddîn Qeredaxî îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, birûskeka sersaxiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir, bi helkefta koça dawiyê ya Şêx Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî yê birayê mezin ê malbata Serok Barzanî.
Di wê peyamê de hatiye: "Bi dilekî tijî bawerî bi qeza û qedera Xudayê mezin, xebera koça dawiyê ya Şêx Ebdulwahid Barzanî gihîşt me. Em em peyama xwe ya kûr a sersaxiyê arasteyî cenabê we, malbata rêzdar a Barzanî û kesûkar û dostên koçkirî dikin."
Dr. Elî Qeredaxî di wê birûska xwe de bal kişand ser wê yekê jî ku Şêx Ebdulwahid Barzanî kesatiyekî îmandar û Xudêperest bû û bi xêrxwaziyê dihat nasîn, her wiha di nav civaka xwe de xwedan cihekê bilind û rêzeka mezin bû.
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê li Cîhanê lava bo koçkirî kirin, ku Xudayê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike û bihuştê bike cihê wî, her wiha sebir û hedarê bide malbata Barzanî.
Serok Barzanî li roja Înê, 4ê Îlona 2026ê, di peyamekê de koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata xwe, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû.
Serok Barzanî di wê peyamê de eşkere kiribû ku Xudêjêrazî neviyê rêberê neteweyî û dînî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û di nav malbatê de mînaka dîndarî, Xudêperestî, xêrxwazî û kesatiyekî diyar û mezin bû.