Hikûmet û Çarçoveya Hevahengî projeyasaya Heşda Şeibî temam dikin û dişînin Parlemanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê û Çarçoveya Hevahengî li ser temamkirina projeyasaya "Desteya Heşda Şeibî" gihîştin lihevkirina dawî. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de proje ji bo dengdanê ji Parlemana Iraqê re bê şandin.

Endamê Çarçoveya Hevahengî Mehmûd Heyanî îro 7ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, danûstandinên di navbera hikûmetê û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengî de li ser projeyasaya Heşda Şeibî bidawî hatine. Ev proje, heman ew yasaya sala borî ye ku nehatibû pesendkirin, lê vê carê gelek guhertin û serastkirinên nû tê de hatine kirin.

Mehmûd Heyanî destnîşan kir, li gorî projeyasaya nû, peykerbendiya kargêrî ya Desteya Heşda Şeibî bi temamî ji nû ve tê birêxistinkirin û dê pêgeheke destûrî û yasayî ya zelal jê re bê dayîn.

Xalên herî girîng ên vê projeyasayê, diyarkirina erk û berpirsiyariyên serbazî û bi şêweyekî fermî dabînkirina mafên xizmetê, mûçe û xanenişîniyê ji bo hemû çekdarên desteyê ne.

Desteya Heşda Şeibî niha ji zêdetirî 76 komên çekdar ên cuda (Şîe, Sune û pêkhateyên din) pêk tê û hejmara çekdarên wê ji 238 hezar kesî derbas kiriye. Ev deste niha li ser bingeha yasayeke sala 2016an kar dike ku ji sê madeyan pêk tê û rasterast bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ve girêdayî ye.

Sala borî, hikûmeta Iraqê projeyeke wiha şandibû parlemanê û xwendina yekem û duyem jî jê re hatibû kirin. Lê belê, ji ber dijberiya tund a Amerîkayê û gefên sepandina cezayan li ser Iraqê, Encûmena Wezîran neçar mabû projeyê vekişîne.

Niha aliyên Çarçoveya Hevahengî bi rêya guhertina hin madeyan, hewl didin careke din projeyê bixin rojeva parlemanê û bi fermî pesend bikin, da ku statuya Heşda Şeibî di nava sîstema parastina Iraqê de mayinde bikin.