Ji bo gotûbêjkirina li ser budceya 2027an şandeke bilind a Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta gotûbêjkirina li ser projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2027an û çend pirsên din ên darayî, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta civîna li gel berpirsên hikûmeta federal, îro 7ê Îlonê diçe Bexdayê.
Şande ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sebah, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, Sekretêrê Encûmena Wezîran Dr. Amanç Rehîm û Serokê Fermangeha Hevahengî û Şopandinê Dr. Ebdulhekîm Xesrew pêk tê.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, biryar e şande li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Falih Sarî bicive. Tewerê sereke yê gotûbêjan, dê taybet be bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya sala 2027an de û çawaniya cîgirkirina şayisteyên darayî.
Her di wê civînê de, pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, dosyeya 120 milyar dînarên dahata ne-neftî û mîkanîzmayên cîbicîkirina sîstema "ASYCUDA"yê li deriyên sînorî, bi hûrgilî dê bên gotûbêjkirin.
Ev serdan di demekê de ye ku hikûmeta federal mijûlî amadekirina reşnivîsa yasaya budceya sala bê ye û Herêma Kurdistanê jî dixwaze pêşwext pirsgirêkên teknîkî û yasayî yên peywendîdar bi pişk û mûçeyên fermanberan, li gel Bexdayê yekalî bike.