Efrîn.. Gulistan Bozo pêşangeha bi navê ‘Lêlûn’ vekir
Efrîn.. Gulistan Bozo pêşangeha bi navê ‘Lêlûn’ vekir

Efrîn.. Gulistan Bozo pêşangeha bi navê ‘Lêlûn’ vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê bi beşdariya hunermend, rayedar û hunerhezan, pêşangeha hunerî ya bi navê “Lêlûn” ya şêwekar Gulistan Bozo hat vekirin. 

Pêşangeha hunerî ya bi navê “Lêlûn” duh 7’ê Îlonê bi merasîmekê deriyên xwe li rûyê hunerhezan vekir. Di merasîmê de şandeyek ji Rêveberiya Herêma Efrînê, nûnerên Navenda Çandê ya Efrînê û gelek şêniyên herêmê amade bûn.

Pêşangeh ji aliyê şêwekar Gulistan Bozo ve û bi hevahengiya Navenda Çanda Efrînê hat amadekirin. Di destpêka merasîmê de, Navenda Çanda Efrînê ji ber ked û beşdariya wê ya di geşkirina hunerê de, hunermend Gulistan Bozo xelat kir.

Navê pêşangehê ji çiyayê Lêlûn ê navdar ê herêma Efrînê hatiye wergirtin ku sembola xweza û dîroka herêmê ye. Hunermend Gulistan Bozo di vê pêşangehê de bi taybetî giranî daye ser portreyên gelek kesayetiyên navdar ên Efrînê ku di qadên cuda de pencemora wan heye.

Di pêşangehê de komek tabloyên hunerî yên curbecur hatine nîşandan. Hat diyarkirin ku ev berhemên hunerî ji bo firotinê ne û hemû dahata ku ji firotina wan bidest dikeve, dê ji bo piştgiriya Navenda Çandê ya Efrînê were veqetandin.

Pêşangeha "Lêlûn" ku rastî giringîpêdaneke mezin a xelkê hat, dê heta îro danê êvarê dê vekirî bimîne.