Sebah Numan: Bi vekişîna hevpeymanan re, ti hincet ji bo hebûna çekên komên çekdar namîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, proseya bidawîanîna erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, li gorî rêkeftina Bexda û Washingtonê berdewam e û di 30ê Îlonê de bidawî dibe.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan ji Kurdistan24ê re ragihand, piştî derketina hêzên biyanî, ti hincet û behaneyek ji komên çekdar re namîne da ku li derveyî saziyên fermî çekan hilgirin.
Bidawîbûna erka hevpeymanan û amadehiya hêzên Iraqî
Sebah Numan diyar kir, vekişîna hevpeymanan protokolî ye û bingeha wan a dawî li Hewlêrê jî dê bête valakirin. Her wiha roja 30ê Îlonê wekî rojeke dîrokî ji bo vegera serweriya Iraqê binav kir. Numan piştrast kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di bilindtirîn asta amadebaşiyê de ne ji bo wergirtina tevahiya dosyeya ewlehiyê, piştî wê dîrokê jî peywendiyên Iraqê yên ligel welatên hevpeyman dê bibin peywendiyên dualî di warên aborî, veberhênan, guhertina agahiyên îstîxbaratî û zêdetir çekdarkirina hêzên Iraqî de.
Bêçekkirina komên çekdar
Derbarê dosyeya komkirina çekan de, Sebah Numan aşkere kir ku danûstendin û têgihîştineke neteweyî ya pir baş ligel serkirdeyên komên çekdar heye û prose ber bi aliyekî erênî ve diçe. Her wiha diyar kir: "Beşek ji koman li benda vekişîna hevpeymanan û garantiya ewlehiyê ne; gava di 30'yê Îlonê de ti leşkerekî biyanî li Iraqê nemîne, êdî ti hincet ji bo hebûna çekan li derveyî desthilata dewletê namîne, hikûmet û gelê Iraqê biryardar in ku çek tenê di destê saziyên fermî yên dewletê de bin."
Sîstema bergiriya ezmanî û parastina Herêma Kurdistanê
Berdevkê Fermandariya Giştî behsa wê kir ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî. budceyeke temam ji bo planeke sêsalî hatiye terxankirin û peyman ligel kompaniyên cîhanî hatine îmzakirin ji bo kirîna sîstemên pêşkeftî yên bergiriya ezmanî.
Herwiha Numan tekez kir: "Sîstem dê di bin çavdêriya navendê de be û Herêma Kurdistanê jî vegire, armanc jê parastina temam a serweriya asmanî û rêgirtina li dubarebûna her êrişekê li ser jêrxaneyên girîng r, çi li Herêma Kurdistanê be, yan li navçeyên din ên Iraqê."
Valahiya ewlehiyê û metarsiyên DAIŞê
Derbarê gefên DAIŞê de, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku bermayiyên wê rêxistinê şiyanên wan ên çêkirina tI metarsiyên mezin nemane û hêzên ewlehiyê berdewam derbeyên pêşwext li wan didin.
Derbarê valahiyên ewlehiyê yên di navbera hêzên federal û Pêşmerge de jî diyar kir, bi avakirina du lîwayên hevbeş ew valahî hatine dagirtin û hevahengiyeke xurt di navbera wan de heye.
Rewşa Şingalê û pirsa PKKê
Sebah Numan bal kişand ser rewşa Şingalê û ragihand, bi hevahengî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hewldan berdewam in ji bo bihêzkirina ewlehiyê li wî qezayê di bin sîwana hêzên fermî yên dewletê de.
Derbarê çekdarên PKKê de jî tekez kir: "Hikûmeta Iraqê bi ti awayî rê nade ku axa wê bibe metirsî ser welatên cîran, bi taybetî Tirkiyeyê. Niha bi hevahengî ligel aliyêTirkî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kar li ser reşnivîsekê tê kirin ji bo sînordarkirin û çareserkirina rewşa çekdarên PKKê, çi bi rêya vegera wan ji bo Tirkiyeyê yan jî çûna wan ji bo welatekî din, di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de."