Li Tikrîtê berpirsekî şaredariyê bi tometa gendeliyê hate girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Destpakiyê ya Federalî ya Îraqê girtina Rêveberê Pişka Milkan a Şaredariya Tikrîtê ragihand; sedem jî tevlîbûna di gendeliyê de û desttêwerdana di serederîkirina belavkirina parçeyên erdî li wê deverê de ye.
Desteya Destpakiyê ya Federalî ya Îraqê îro Sêşemê, 8ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de belav kir ku tîmeke Rêveberiya Lêkolînê ya Selahedînê karî Rêveberê Pişka Milkan a Şaredariya Tikrîtê bigirin, ku gumana tevlîbûna wî di "desttêwerdana pêlên belavkirina parçeyên erdî" de li ser wî heye.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di dema lêgerîna si nav mala wî tometbarî de, 94 tapoyên xaniyan hatine bindestkirin. Ji bilî vê yekê jî, hejmareka zêde ya dravî bi dînar û dolarên Amerîkayî û hejmareka zêr û xişlan jî tê de hatine dîtin.
Desteya Destpakiyê bal kişand ser wê yekê jî ku ji bilî wan tapoyan, gelek karûbarên terxankirin û veguhastina xwedîtiya rdan de jî hatine bindestkirin ku li ba wî tometbarî bûn.
Di dawiya wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku hemî rêkarên qanûnî li hember wî tometbarî hatine wergirtin û dosyeya lêkolînê ji bo wî hatiye vekirin, da ku radestî aliyên peywendîdar ên dadweriyê bête kirin.