Dîmenên ciwan ên qaz û qulingan li Gola Çildêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Gola Çildêrê ya li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, di her werzê de bi sirûşta xwe ya balkêş çavan rehet dike. Gol di van mehan de bi hebûna qaz, quling û hezaran balindeyên koçber re veguheriye tabloyekî bêhempa yê zindî.
Parêzgeha Erdexanê ya li herêma Serhedê, li ser sînorê Gurcistan û Ermenistanê ye. Erdexan bi avhewaya xwe ya hênik, hewaya paqij û zozanên xwe yên kesk tê naskirin û ji ber bilindahiya xwe, yek ji taybetmendtirîn navendên siruştî yên herêmê ye.
Gola Çildêrê hem di werzê zivistanê de hem jî di havînê de dîmenên ecêb pêşkêşî xelkê dike. Di zivistanê de, ji ber sermaya dijwar û bilindahiya herêmê rûyê golê bi temamî dicemide û dibe qada kaşûnkariyê û gerandina şeqeyên li ser cemedê.
Di havînê de jî, gol dibe starek û wargeheke aram ji bo hezaran balindeyên koçber. Qaz, quling û dehan cureyên din ên balindeyan seranserê havînê li ser rûyê golê û li qeraxên wê dimînin.
Bi taybetî di dema rojavabûnê de, rengê sor û zêrîn ê asmên li ser ava golê ya zelal vedide. Dîmenên melevaniya qaz û qulingan ligel hewaya fênik a êvarê, derfeteke bêhempa ya bêhnvedanê û aramiyê dide geştyar, xwezahez û wênekêşên ku ji deverên cuda berê xwe didin Erdexanê.