Piştî derbazbûna 11 salan, kujerên serekî yên teqîna Enqereyê nehatine darizandin
Enqere (K24) – 11 sal di ser teqîna Gara Enqereyê re derbaz bûn, ku di encama êrîşa xwekujî ya 2 endamên DAÎŞê de di sala 2015an de 104 kesan canê xwe ji dest da. Di salvegera 11ê ya komkujiyê de li Enqereyê malbatên qurbaniyan, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxwaza edaletê kir ku ragihand 11 sal di ser vê komkujiyê re derbaz bûne, bûyer nehatiye ronîkirin û kûjer nehatine cezakirin.
Li Tirkiyeyê ji ser komkujiya ku di 10ê Cotmeha 2015an de li ber Gara Trenê ya Enqereyê pêk hat re tam 11 sal derbaz bûn. Di êrîşa xwekujî ya ji aliyê du endamên DAIŞÎ ve pêk hat de, 104 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûbûn.
Li Enqereyê jî ji bo salvegera 11ê ya wê komkujiyê çalakiya meşê hat lidarxistin, rêz hate girtin û qurbaniyên êrîşê li cihê bûyerê bi merasîmekê hatin bîranîn. Şukran Tugaya, ku dayika wê di encama teqînê de canê xwe ji dest daye, dibêje: “Dayika min dayika Şemiyê bû û daxwaza wê jî her aştî bû.”
Şukran Tugay a Keça Meyrem Bulutê radigihîne: “Dayika min Meyrem Bulut, me li vir winda kir. Ji bo aştiyê hatibûn. Ev 11 sal e em tên dadgehê jî, tu feyde nadin me. Lê heta dawî dilopa xwîna me jî, em dê li dû doza dayika xwe bin. Dayika min nedisekinî, dayika min diçû, aştî dixwest, mertala zindî bû, li her derê digeriya, belkî ev xwîn bê sekinandin, em jî ji xwe re li mala xwe rihet razin û ciwanên me bes şehîd bikevin.”
Ji bilî malbatên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn, gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel jî tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de, hate ragihandin ku tevî ku 11 sal di ser wê bûyerê re derbaz bûne jî, ne birîn hatine pêçan ne jî edalet dabîn bûye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Saruhan Oluç jî dibêje: “11 sal di ser re derbaz bûn. 10ê Cotmehê rojeke weha bû ku me 104 canên xwe tê de winda kirin. Her çend darizandin hatibin kirin û hê jî berdewam bikin jî, edalet pêk nehatiye. Bersiva pirsa ‘ev komkujî çawa pêk hat?’, ango peywirdarên dewletê çi derfet ji van kujeran re çê kirine û rê li ber wan vekirine, hê jî nehatiye dîtin.”
Saruhan Oluç herwesa radigehîne: “Em, malbat û rêxistinên civaka sivîl dixwazin ku ne tenê piyon, lê herwesa kesên ku li pişt vê komkujiyê ne, ew plan kiriye û rê li ber vekirine jî bên darizandin û cezakirin.”
Herwiha di wê merasîmê de hate ragihandin jî ku di van 11 salan de berpirsyariya dewletê ya di vê komkujiyê de tê xwestin ku bê veşartin û ji 16 bersûcên ku reviyane 14 kes hêj jî nehatine girtin.